Berpirsê sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell roja Duşemê got ku plana Îsraîlê ya ser jinavbirina Hamas ya li Gaza bi ser nakeve.
Borrell dîyar kir ku divê YE tevî redkirina Îsraîlê jî hewilên xwe yên ji bo çêkirina "çareserîya du dewletî" bidomîne.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu do Yekşemê careke din dîyar kir ku dewleteke Filîstînî dijî welatê dewleta wan metirsîyeke mezin çêdike û dijî wê bertekeke tund nîşan da.
Netanyahu got ku Îsraîl wê ser kontrolkirina ewlekarî ya tam ya li ser hemî axa li rojavayê Çemê Urdunê israr bike Gaza û Kenara Rojava ya di bin dagirkerîya Îsraîlê de têde ye.
Borrell di civîna mehane ya wezîrên derve yên YE de, ku vê carê hevtayên wan yên Erebistana Saudî, Misir û Urdunê û sekreterê giştî yê Yekîtîya Erebî beşdar dibin, axifî.
Hevdîtin wê bi piranî li dor encamên êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmehê li ser Îsraîlê û êrîşa tolhildanê ya Îsraîlê li Gazayê be.
Borrell got ew dixwaze bizavê bike li ser hewldanên navnetewî ji bo afirandina pêvajoyeke ku wê bibe sedem ku dewletek Filistînî ligel Îsraîl bi hevre bijî.
Danûstandinên dawî yên ji bo wê armancê berî deh salan di nav bêbawerî û nelihevkirina hevdu de têk çûn.