Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Josep Borrell Dibêje Rêkeftina Navokî Ya Îranê Pir Nêzîk e


Nûnerê Siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrupî Josep Borrell
Nûnerê Siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrupî Josep Borrell

Mezinê dîplomatên Yekîtiya Ewrupî Josep Borrell îro Şemiyê got ku Îran û hêzên mezin yên cîhanê “gelekî nêzîk in” ji rêkeftineke vejandina rêkeftina navokî ya sala 2015an.

Di rêkeftinê de, dê programa navokî ya Îranê were sînordarkirin li beramber rakirina cezayên tund ji ser Tehranê.

Serokê Berê yê Amerîka Donald Trump di sala 2018an de dest ji rêkeftinê berda û Tehranê jî piştre sînordarkirina programa xwe ya navokî binpê kir.

Ev bû nêzîkî salekê ye axaftinên vejandina rêkeftinê li Viennayê dibin û demekê berê vê mehê axaftin hatin ragirtin piştî ku Rûsya hin bend li pêş wê danîn.

Rûsya piştre got wê bi awayekî nivîskî garantî wergirtine ku dê karibe karê xwe wek aliyekî rêkeftinê berdewam bike.

Borrell di konferanseke navnetewî de li Doha ya paytexta Qeterê got:

“Em niha gelekî nêzîk in ji rêkeftinekê û ez hêvî dikim ku dê pêkan be.”

Çavdêr dibêjin têkçûna hewlên vejandina rêkeftinê renge metirsiya şerekî li herêmê derxe pêş, an jî bihêle ku Rojava cezayên bêhtir bide ser Îranê û buhayên niftê ku berê bilind in hîn bilindtir bibin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG