Ajansa Reutersê ya nûçeyan dîyar kir ku balyozên Yekîtîya Ewrupayê (YE) îro Çarşemê nûkirina sizayan li ser çar karbidestên Çînê û sazîyeke wî welatî pejirandine, wek beşek ji dirêjkirina lîsteya reş ya mafên mirov.
Reutersê ev agahî ji zarê du dîplomatan ragihand.
Biryara ku dê destpêka meha bê bi fermî were pejirandin, peymana weberhênanê ya di navbera Çîn û YE'yê de ya ku dawîya Berfanbara 2020'an de hatîbû îmza kirin, dike metirsîyê.
Nûnerê Çînê yê li YE hefteya borî ragihand ku heta YE sizayên xwe raneke, yên ku Pekîn wê wek maytêkirina navxweyî dibîne, peymana weberhênanê neyê pejirandin.
Zhang Ming, balyozê Çînê li YE, got ku piştî heft salan û 35 gerên danûstandinan, peymana weberhênanê jiber "astengîyên ku ji hêla YE ve têne çêkirin" di metirsîyê de.
YE çar karbidestên Çînî, di nav wan de berpirsekî ewlekarîyê yê bilind, di meha Adarê de jiber tawanên binpêkirina mafên mirov li herêma Sîncanê ya Çînê, xistibû lîsteya cezayan.
Pekîn bi sizayên xwe yên dijî karbidestên Ewrupîyan bersîv da.
Sizayên YE yên li ser Çînê "pîvanên sînordar" yên cara yekê yên girîng in, piştî ambargoya çekan ya YE, di 1989'an de jiber têkbirina demokrasîxwazên li Meydana Tiananmen vir ve.
Kesên din yên di lîsteya cezayên mafên mirov yên YE de, ya ku di Berfenbara 2020'an de bo tekoşîna dijî binpêkirinên cidî yên mafan li seranserê cîhanê hatîye afirandin; kesên Rûs, Lîbyayî, Sudana Başûr û Koreya Bakur in.
Dîplomatan destnîşan kir ku nûkirina cemidandina mal û qedexeyên rêwîtiyê dê di 6-7'ê Berfenbarê de ji hêla wezîrên YE ve li Brûkselê bi fermî were erê kirin.