Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên YE jibo Mexdûrên Erdhejê Peyamên Piştgirîyê Didin


Rêberên Yekîtîya Ewrupa (YE) jiber erdhejê piştgirîyên xwe yên bo Tirkîyê radigihînin.

Serokên welatên yekîtîyê bo Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan nameyek nivîsîn û soza piştgirîyê dan.

‘’Miletê we di qonaxeke trajîk re derbaz dibe. Encamên giran yên vê trajedîyê em şok kirin û êşandin.’’

Swêd, ku niha seroktîya YE’ê dike, dixwaze ser alîkarîya bo mexdurên erdhejê konferanseke navneteweyî li dar xe.

Rêberên YE’ê, bo Serokê Sûrîyê Beşar Esad ti daxuyanîya piştgirîyê nedan.

Ew rêber dixwazin ku rêvebirîya Esad rê li ber alîkarîyan veke ku bigihîje hemî herêmên Sûrîyê.

XS
SM
MD
LG