Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koçber Li Deriyên Ewrupayê Rastî Tundûtûjiyê Dibin


Li Bakurê Rojavayê Bosnayê, koçberên ku hewl didin derbasî Ewrupayê bin, dibêjin ku polîsên Kurwatya li wan didin, tiştên wan didizin û bi çekan gefan li wan dixwin, lê tevî vê tirsê jî ew dê hewl bidin ku berî zivistanê sînorên Kurwatya derbaskin.

Îbrahîm Resûl ku temenê wî 32 sal in û berî çar salan ji Afghanistanê reviyaye, ji Ajansa France Press re got ku”polîsên Kurwatiya wek hovan serederiyê dikin. Ew li hemî penaberan didin, çi zarok, çi jin û çi jî pîr.”

Îbrahim, li gel dehan malbatên koçber, ku piraniya wan Afghanî ne, di kampeka bê xizmet de li gundê Vîlîka Kladosa dimîne, bi hêviya derbasbûna Yekîtiya Ewrupî.

Bi salane, mafnas polîsên Kurwatya tawanbar dikin ku ew bi zor û tundiyê koçberan dûr dixin, li gor gewahîdanên hin penaberan, û Zexrib ev tawanbarî red dikirin.

Lê piştî belavkirina dezgehên medyayî yên ewrupî hin girte vîdyo yên ku nîşan didin çawa hin çekdar bi darê zor komek panaber ber bi Bosnayê ve dişînin, desthilatdarên Kurwatya lê mukur hatin ku ew endamên polîsên taybet in.

Dezgehên medyayî, her wiha Yûnanistan û Romanya jî bi serederiya ne baş ya penaberan tawanbar kirin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG