Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa, Kaja Kallas, îro Çarşemê ragihand ku balyozên welatên endamên Yekîtiya Ewrupayê (YE), komeke sizayên nû li dijî rejîma Îranê danîne.
Kallas got ku ev siza li ser 19 karbidest û keyanên Îranî yên ji ber binpêkirinên mafên mirovan berpirs in.
Kallas dibêje, “di demekê de ku şerê Îranê berdewam dike, YE dê berjewendîyên xwe biparêze û li dû kesên berpis ji tûndîya navxweyî biçe.”
Karbidesta YE herwiha peyamek ji Tehranê re şand ku siberoja Îranê nikare li ser tûndutijîyan were avakirin.
Sizayên ku berî şer hatibûn amadekirin, divê ji alîyê Civata YE'ê ve bên erêkirin.