Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewropî Cezayên Dijî Îranê Berfireh Dike

Dîplomatên Yekîtîya Ewropî dibêjin ku ew ê cezayên li dijî Îranê zêde bikin da ku berpirsiyarên girtina Tengava Hormuzê, ku bendergeheke girîng a Kendavê ye, jî di nav xwe de vehewîne.

Tengava Hormuzê piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê dijî Îranê nêzîkî du mehan girtî maye û bazirganîya petrolê ya cîhanî asteng kiriye.

Tehranê ji 28ê Şibatê ve Tengav girtiye û ji pêncan yekê dabînkirina petrol û gaza xwezayî ya cîhanê qut kiriye.

Piştî ku Îranê roja Înê bi kurtî Tengava Hormuzê vekir, zêdetirî 10 tankerên petrolê di Hormuzê re derbas bûn, lê paşê dîsa girt û trafîka keştîyan xist metirsîyê.

Dîplomatên Yekîtîya Ewropî got, "Lihevkirinek siyasî heye ku bi rastî dixwaze tedbîrên cezayên dijî Îranê biguherîne da ku kesên berpirsiyar ên girtina Tengava Hormuzê jî di nav xwe de bigire."

Dîplomatekî siyaseta derve ya Yekîtîyê dibêje ku ajans dê bi hefteyan hewce bike ku navnîşek navan amade bike û pişt re cezayan li ser berpirsiyaran bisepîne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG