Yekîtîya Ewrupa îro Duşemê jibo rola wan ya eciqandina tund ya xwepêşandanên girseyî yên dijî Komara Îslamî, hember karbidest û sazîyên Îranî toleyên nû ragihandin.
Konseya Ewrupî ji ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku toleyên nû 5 kes û 2 sazîyên Îranî dikin armanc.
Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock demeke zûtir ya îro nîşan dabû ku wê dijî Îranê cezayên nû hebin.