Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Êrîşa Li Şamê Ya Dijî Îranê Şermezar Dike


Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Çarşemê êrîşa esmanî ya dijî Balyozxaneya Îranê ya li Şamê, ku di encamê de 7 kes hatibûn kuştin, şermezar kir û jibo dewletên li herêmê banga aramîyê kir.

Îran, ser kuştina 2 general û 5 şîretvanên leşkerî dîyar kir ku berpirs Îsraîl e.

Êrîşa li balyozxaneyê yek ji êrîşên herî xurt yên dijî berjewendîyên Îranê yên li Sûrîyê ye, lê Îsraîlê berpirsîya êrîşê negirt ser xwe.

Berdevikê Komîsyona Ewrupa Peter Stano ji X’ê ragihand ku girjîya li herêmê gur e û banga aramîyê kir.

"Divê di her şert û rewşê de jibo avahîyên dîplomatîk û konsulxaneyan, li gor hiqûqa navneteweyî rêzdarî hebe."

Îran, rastexwe nakeve şerekî bi Îsraîlê re lê piştgirîyê dide wan hevbendan ku êrîşan dibin ser navendên Îsraîl û Amerîka.

Rêberê olî yê Îranê Ayetulah Alî Xamaneyî ser êrîşa dijî avahîya konsulxaneya soza tolhildanê da.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG