Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Ewrupî Bang li Îsraîl û Îranê Dikin ku Girjîyê Gur Nekin


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron îro Duşemê got ku hikûmeta wî wê jibo girjîya Îran û Îsraîlê gur nebe çi ji dest were bike.

Macron ji BFM-TV û RMC’ê re bang li Îsraîlê kir ku li şûna gurkirina girjîyê ser îzolekirina Îranê bixebite.

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz jî îro Duşemê peyameke bi heman rengî da.

Scholz, Îran hişyar kir ku êrîşên nû nebe ser Îsraîlê û bang li Îsraîlê jî kir jibo kêmkirina girjîyê rola xwe nîşan bide.

Karbidestên Îsraîlê dibêjin wê perwerdeya li welêt jinûve destpê bike û sînordarkirinên ser civînên mezin werin rakirin.

Medyaya dewletê ya Îranê ragihand ku firînên li esmên yên jiber êrîşên dijî Îsraîlê hatibûn sekinandin jinûve destpê kirine.

Îranê êrîş li ser êrîşa gumanbar ya Îsraîlê ya li balyozxaneya Îranê ya li Sûrîyê li dar xistin.

Di wê êrîşa 1’ê Nîsanê de jimareke fermandarên Îranî hatibûn kuştin, lê Îsraîlê berpirsîya êrîşê ne girt ser xwe ne jî red kir.

Îsraîlê bang li Îranê kiribû ku ji axên xwe ti bersîvê nede.

Îranê dîyar kir ku berteka Tehranê bi êrîşên derengê roja Şemîyê re sînordarkirî ye û hişyarî da Îsraîl û Amerîka ku ger Îsraîl êrîşê bibe ser Îranê ewê bersîveke giran bide.

Dîplomatan êrîşên Îranê şermezar kirin û hewil dan ku rê li ber gurbûna girjîyê bigirin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê Berevanî Lloyd Austin do Duşemê bi hevtayên xwe yên ji Erebistana Saudî, Tirkîye, Misir û Urdunê re peyîvîn.

Koma G7, ku Îtalya seroktîya wê ya demkî dike, piştî danûstandinên roja Yekşemê, Îran jiber êrîşan şermezar kir.

Di daxuyanîya G7 de piştgirîya jibo gel û ewlekarîya Îsraîlê hat ragihandin û piştrast kirin.

G7 ragihand ku Îran jibo zararê bide îstiqrara herêmê gavan diavêje û dîyar kir ku kiryarên wê dikarin girjîya li herêmê gur bikin ku divê ew ji kiryarên wisa dûr bisekine.

Îsraîlê roja Yekşemê da zanîn ku 320 muşek û dron firandina axên wê ku hêzên wê bi piştgirîya Amerîka û hevbendên 99 ji sedê wan xistine xwarê.

Karbidestên Îsraîlê dîyar dikin ku êrîşên Îranê zarareke mezin çênekirine.

Li gor ragihandina karbidestan di êrîşan de bi tenê Erebeke Îsraîlî bi giranî birîndar bûye.

Serkokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ser bersîva dijî Îranê kabîneya şer kom kir.

Netanyahu ji medyaya civakî ragihand ku wan êrîş sekinandine û ewê bi hev re bi ser kevin.

Wezîrê Kabîneya Şer yê Îsraîlê Benny Gantz dîyar kir ku ewê bersîvê bidin.

Gantz got ku ewê koalîsyoneke herêmî çêkin û di rewş û dema rast de bersîvekê bidin Îranê.

Îran bang li Îsraîlê dike ku bersîvê nede.

XS
SM
MD
LG