Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Dawî li Toleyên Dijî Sê Karsazên Rûsî Tîne


Jêderên dîplomatîk dîyar dikin ku Yekîtîya Ewrupa (YE) wê piştî vê hefteyê, dema toleyên dijî 3 karsazên Rûsî dawî dibe, toleyan dijî wan wê nû neke.

Hikûmetên Rojavayî sala borî piştî Rûsya, Ukrayna dagir kiribû, dijî Moskowê, firotina petrolê jî di nav de, toleyên aborî yên berfireh ragihandibûn.

Tole dijî 1800 kesan hatine ragihandin ku ew wek berpirsên şer yan jî wek kesên şer jibo berjewendîyên xwe dixebitînin tênê dîtin.

Bi cezayan hebûnên wan kesan hatine cemidandin û rêwîtîyên wan hatine sînordar kirin.

3 hemwelatîyên Rûsî, ku çaverê yê ji lîsta toleyan werin derxistin, Grigory Berezkin, Ferhad Ahmedov û Aleksander Shulgin in ku ew wek karsazên dewlemend tên nasîn.

Çavkanîyên dîplomatîk dibêjin ku rêberê leşkerî Georgy Shuvaev yê sala borî mirî jî dê ji lîstê were derxistin.

YE toleyan 6 mehan carê nû dike û jibo nûkirinê divê 27 endamên yekîtîyê bi yekdengî nûkirina wan bipejirînin û di 15’ê Îlonê de dawî li dema paketeke toleyan tê.

Li gor lîsta toleyan ya YE’ê, Ahmedov jibo petrol û gaza Rûsya kar dike û Berezkin yê nêzî Serokê Rûsya Vladimir Putin karên medya, binesazî û enerjîyê dimeşîne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG