Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Juncker: Yekîtiya Ewrupî Hîn Destê Xwe Dirêjî Tirkiyê Dike


Serokê Yekîtiya Ewrupî dibêje destên Ewrupa hîn dirêj in ji bo Tirkiyê, lê ew huşdariyên xwe dubare dike ji Enqerê re ku eger careke din cezayê sêdarekirê vegerîne dê endamtiya Yekîtiya ewrupî ji dest bide.

Serokê Komisyona Ewrupî Jean-Claude Juncker di rojnameya Almanî Bild am Sonntag de nivîsand ku Tirkiyeke demukrat, seqamgîr û ji aliyê abûrî ve serkeftî gelek girîng e ji bo Ewrupa. Wî got divê Tirkiyê” Nêzîktir be ji Ewrupa ne ku dûrtir biçe. “

Hêjayî gotinê ye, axaftinên endamtiya Tirkiyê bo Ewrupa ku ev bû 12 sal in birêve diçin hatine rawestan.

Juncker got Yekîtiya Ewrupî ew “Yekîtiya nirxan e.” û “eger Tirkiyê cezayê sêdarekirinê vegerîne wê demê hikûmeta Tirkiyê derî li endamtiya Ewrupa digre. “

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan doh şemiyê got ew dê pirojeya vegerandina cezayê sêdarekirinê erê bike eger parleman wê pêşniyar ke.

XS
SM
MD
LG