Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE bi Ukrayna û Moldova re Dest bi Danûstandinên Ser Endamtîyê Dike


Belçîka ragihand ku balyozên Yekîtîya Ewrupa (YE) roja Înê li hev kir ku ew bi Moldova û Ukrayna re dest bi danûstandinên beşdarîyê bikin.

Belçîka, ku seroktîya demkî ya YE dike dîyar kir ku danûstandinên pêşî wê di di konferansa 25’ê Hezîranê de çêbin.

Li gor ragihandina Belçîka, wezîrên darayî û aborî wê Îna pêş bicivin û bi awayekî fermî biryara ser danûstandinên jibo beşdarîyê bipejirînin.

Rûsya li Donetskê pêşve diçe û li rojhilata bakurê Kharkivê enîyên nû vedike ku danûstandinên jibo beşdarîya li YE wê jibo Ukrayna moral be.

Bi lihevkirinê xuya dibe ku Macaristan ya ku dijî endamtîya Ukrayna ya li YE bû dev ji muxalefeta xwe berdeya.

Budapeşte, ku bi Mosowê re peywendîyên wê yên nêz hene, li ser rapora Komîsyona Ewrupa ya ku dîyar kiribû ku Ukrayna jibo danûstandinan hazir e, gotibû ku ser beşdarîya Kîevê gumanên wê hene.

Komîsyona hefteya borî dîyar kir ku hem Ukrayna hem jî Moldova hemî krîterên jibo beşdarîya li YE nîşan didin.

Jibo ew danûstandinên ku encamên wan piştî salan têne ragihandin destpê bikin divê 27 endamên YE bi yekdengî li hev bikin.

Macaristan,1’ê Tîrmehê seroktîya demkî jibo 6 mehan distîne ku Belçîka û Komîsyona Ewrupa dixwestin ku berî wê seroktîyê lihevkirin çêbe.

Kîevê piştî ku Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kiribû ku jibo endamtîya li YE’ê serlêdan kiribû û piştî çar mehan statuya endamtîyê sitandibû.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG