Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Dijî Belarûsê Toleyên Nû Radigihîne


Ursula von der Leyen û Zelesnkyy
Ursula von der Leyen û Zelesnkyy

Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen îro Sêşemê ragihand ku Yekîtîya Ewrupa (YE) wê dijî Belarûsê toleyên nû ragihîne û tedbîrên xwe yên hember welatên ku piştgiriyê didin Moskowê berfireh bikin.

"Emê givaştinê li ser Kremlînê bi toleyên hişk heta ku hewce bike bidomînin, emê van toleyan dirêj bikin bo welatên ku piştgirîya leşkerî didin şerê Rûsyayê, mîna Belarûs û Îranê."

Wê bi berdewamî balkişand ku YE wê bi toleyên nû yên li dijî Belarusê bersîvê bidin rola wan ya di şerê Rûsya ya li Ukrayna."

Ursula von der Leyen dîyar kir ku YE wê givaştina xwe ya ser Rûsya bidomîne da ku şerê xwe li Ukraynayê bi dawî bike.

XS
SM
MD
LG