Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ewrupa Daxwaza Trump a Bicîhîştina Rêkeftina Navokî ya Îranê Red Dike


Josep Borrell
Josep Borrell

Hêzên Ewrupî daxwaza serok Amerîka Donald Trump red kir li dor bicîhîştin rêkeftina navokî ya sala 2015an li gel Îranê.

Piştî kombûneke awarte ya wezîrên derve yên Yekîtiya Ewrupî roja Înê li Broksilê, ji bo gotûbêjkirina bilindbûna girjiyan li Rojhilata Navîn, Berpirsê karûbarên derve yê Yekîtiya Ewrupî Josep Borrell got wê Yekîtiya ku ji 28 welatan pêk tê, her hewlekê bide ji bo parastina rêkeftinê.

Li gor rêkeftinê, hêzên cîhanî cezayên abûrî ji ser Îranê radikin li beramber sînordarkirina programa navokî ji aliyê Îranê ve.

Serok Donald Trump roja çarşemê bang li Brîtanya, Frensa û Almanya kiribû ku ji rêkeftina li gel Îranê vekişin.

Borrell ji peyamnêran re got,” Ta ku ji me bê, em dixwazin vê rêkeftinê biparêzin.”

Wî got bi saya rêkeftinê, Îran êdî ne hêzeke navokî ye.

XS
SM
MD
LG