Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Der Spiegel: Yekîtîya Ewrupî Pêşnîyara Hilawêstina Şeş Mehan ya Bacên Gumrigê li Gel Amerîka Dike


Kovara Der Spiegel îro Şemîyê ji ser zimanê berpirsê bazirganîya Yekîtîya Ewrupî Valdis Dombrovskis ragihand ku gotiye Yekîtîya Ewrupî pêşniyar kir ew û Amerîkayê bacên gumrigî li ser hawirdeyên bi milyaran dolar bo şeş mehan daliqînin.

Meha borî herdu alîyan erê kiribû li dor hilawêstina bacan bo çar mehan. Wê erêkirinê nameyek şand ku Broksil hewla lihevkirinekê dide li dor nakokîya 16 salan ya piştgiriya balafiran.

Dombrovskis ji kovarê re got:

“Me pêşniyara hilawêstina hemî bacên hevbeş yên gumrigê bo şeş mehan kir, da ku em bigihin çareserîyeke guftûgokirî... Ev dê rûbereke bêhinvedanê ava bike ji bo pîşesazî û karmendan li herdu alîyên Atlantîkê.”

Dombrovskis her wiha got Yekîtîya Ewrupî ji nêzîk ve çavdêrîya yaseyên serokê Amerîka Jeo Biden yên bi navê “ Buy American” bike. Ew yase xelatan ji bo girêbestkarên li gel kompanîyên Amerîkî dabîn dike.

Dombrovskis nîşan da ku armanca wan ew e handerîya bazarên vekîrî li seranserî cîhanê.

XS
SM
MD
LG