Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekêtiya Ewrupa Pêşwaziyê li Biryara Pyongyang Dike


Federica Mogherini berpirsa siyaseta derve ya Yekêtiya Ewrupa
Federica Mogherini berpirsa siyaseta derve ya Yekêtiya Ewrupa

Koreya Bakur biryar da ku têstên xwe yên derbarê Atomê de rawestîne, ev yek bo ciyê dilxweşya welatên Yekêtiya Ewrupa "YE".

Roja Şemiyê berpirsa siyaseta derve ya YE, Federica Mogherini got, ragihandina cemidandina tecrubên Atomî ji aliyê Koreya Bakur ve, pêngavek erênî ye û got, pirsa "nehiştina çekê Navokî gav paşda avêtin nîne".

Mogherini di daxûyaniyê de dibêje, ev pêngavek baş bû ya ku serokatiya Koreya Bakur avêtî "ji demek dirêje hewildan bû bo vê pêngvê hene, ji bo nehiştina rastîn ya çekê Navokî li wî welatî û vegerîn ji vê ti neye".

Ajansa navendî ya Koreya Bakur li gor serokê wî welatî Kim Jong Un, ragihandiye ku wî gotiye, Koreya Bakur êdî hewcedarî têstên mûşekên Balistî yên dûr avêj û têstên Atomê nîne, jiber ku ew di warê pêşxistina çekê xwe yê Navokî de gihane armanca xwe.

Mogherini dide zanîn ku, helwesta YE li hember Koreya Bakur zelale û nehatiye guhertin jibo berdewamiya sizayan û deriyê vekirî yê dialogê amade ne, Mogherini dîsan got, ew piştevaniyê didin komcivînên çaverê kirî yên di navbera seroke Amerîka, Koreya Bakur û Koreya Başur de.

XS
SM
MD
LG