Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîsyona Ewrupî Brîtanya Hişyar Dike ku Nebûna Rêketinê Dê Bandorên Neyênî Çêkin


Komîsyona Ewrupî îro Çarşemê ragihand ku ger Brîtanya bê rêketin ji Yekîtîya Ewrupa derkeve, bandorên neyênî li ser hin qadên bazirganî wê pêk werin.

Komîsyona Ewrupî dîyar kir ku ger Brîtanya rêketina heyî îmza neke, qamyonên Brîtanî wê nikaribin barên we têxin nav Yekîtîya Ewrupa.

Dîsa, li ser xalên sînorî kontrolên ser lawirên zindî wê were kirin û destûrnameyên Brîtanîyên ku bi heywanên kêdî yên wek pisîk û kûçik rêwîtî dikin, nema karîger dimînin.

Di referanduma 2016’an de, ku rêjeya beşdarîyê 72 ji sedê bû, 52 ji sedê gelê Brîtanya piştgirîya derketina ji YE’ê kiribû.

Brîtanya wê di 31’ê Adara 2019’an de ji Yekîtîya Ewrupa (YE) derkeve, lê di danûstandinên Brexitê de hîn lihevkirinek pêk nehatiye.

XS
SM
MD
LG