Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeya Yektîya Ewrupa li Enqerê Serdana HDP’ê Kir


Şandeyeke Yekîtîya Ewrupa îro Pêncşemê li Enqerê serdana navenda giştî ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) kir û ligel rêvebirên partîyê kom bû.

Şandeya Ewrupî ji Berpirsê Berfirehbûna Komîsyona Ewrupa, Christian Danielsson, Berpirsê Têkilîyên Derve yê Yekîtîya Ewrupo û Rêvebirê Asyaya Navîn û Ewrupa Thomas Mayr Harting pêk hat.

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û parlementera Batmanê Feleknas Uca pêşwazîya vê şandeyê kirin û bi endamên şandê re civîn.

Di hevdîtinê de li ser hilbijartinên herêmî, pirsgirêka Kurd û geşedanên rewşa dawî yên ser Kurdan hatin gotûbêj kirin.

Temellî di divine de derheqa operasyonên dawî yên ser HDP têne meşandin, binpêkirina mafên mirovan û bandora qeyrana aborî agahî dan mêvanên xwe.

Berpirsê Ragihandinê HDP’ê Azad Bariş piştî hevdîtinê got ku ew demeke di navbera Tirkîyê û Yekîtîya Ewrupa de qûtbûnek hebû, lê ew serdana hevdîtineke înteraktîf bû.

“Ser çend xalên girîng hatin sekinîn. Ez dikarim bêjim ku çereserkirina pirsgirêka Kurd cîhê herî girîng girt,” Bariş got.

Hêjayî gotinê ye ku şandeya Yekîtîya Ewrupa wê ligel partîyên din jî hevdîtinan pêk bîne.

ED_10_25_2018_EU_HDP
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:19 0:00

XS
SM
MD
LG