Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE û Japonya Peymaneke Nû ya Bazirganî Îmza Dikin


Yekîtîya Ewrupa û Japonya peymaneke nû ya bazirganîya serbest îmza kirin ku mezintirîn herêma aborî ya vekirî li cîhanê ava dike û yek ji sê hemî ekonomîya cîhanî dixe nav xwe.

Peyman îro Sêşemê li Tokyo ji alîyê Serokwezîrê Japonî Shinzo Abe, Serokê Konseya Ewrupa Donald Tusk û Serokê Konseya Ewrupa Jean-Claude Junker ve hate îmza kirin.

Peymana nû ku ji hêla 28 endamên Yekîtîya Ewrupa tê pejirandin, dawî li 99 ji sedê hemî bacên ser berhemên Japonî, ku têne nav Yekîtîya Ewrupa, radike.

Di nav berhemên de sektorên wek otomobîl û elektronîk ji Japonya û berhemên çandinî yên wek pênîr, şarab û beraz jî Yekîtîya Ewrupa hene.

Pispor çaverê dikin ku di çarçoveya peymana nû de firotina berhemên kîmyayî ji Japonya re jî pirtir be.

XS
SM
MD
LG