Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa di Raporta Xwe de Tirkîyê Rexne Dike


Yekîtîya Ewrupayê di raportekê de îro Sêşemê Tirkîye rexne kir û got ku di warê standartên demokratîkbûnê de kêmahîya wê hene û ew ji azadîya ramanê û azadîya rêkxistinkirinê dûr ketiye.

Belavkirina raporta ser endambûna Tirkîyê heta pêkanîna hilbijartinê hatibû paşxistin ku partîya Serokomar Recep Tayyip Erdogan tê der serkeftineke girîng dest xistibû.

Yekîtîya Ewrupayê bal kişand ser heweskarîya Tirkîyê ya endamtîyê, lê da zanîn ku çend qanûnên ku "dijî sdandartên Ewrupî" ne, ew heweskarî asteng kiriye.

Raportê herwiha bal kişand ku azadbûna sîstema dadwerîyê zîyan dîtiye û rojnamevan di bin zext û giwaştinê de ne.

XS
SM
MD
LG