Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Daxwaza Berdana Serokê Amnesty li Tirkîyê Taner Kilic Dike


Yekîtîya Ewrupa û îro Înê Enqere hişyar kir ku biryara dadgeha Tirk ya redkirina berdana bizavkarekî navdar yê mafên mirovan, zararê digehîne Tirkîyê.

Daxuyanîya Yekîtîya Ewrupa daxwaz kir ku cîhanîna biryarên dadgehê bo peywendîyên navbera wê û Tirkîyê de gelek girîng e.

“Yekîtîya Ewrupa bi hilweşandina biryara berdana serokê Amnesty International yê Tirkîyê, Taner Kilic xembar e jiber ku ew gav serwerîya qanûnê, serbixwebûn û bêalîbûna sîstema dadwerîya Tirkîyê binpê dike.”

Daxuyanîya ku ji alîyê Federica Mogherini û Johannes Hahn ve hate nivîsîn, bal kişand ku serwerîya qanûnê û azadîyên bingehîn, di peywendîyên navbera Yekîtîya Ewrupa û Tirkîyê de xwedîyê girîngîyeke mezin in.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG