Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa Piştgirîya bi Şert Dide Daxwaza Rêwîtîya Bê Vîza ya Tirkîyê


Ajansa AFP radigihîne ku Yekîtîya Ewrupa îro Çarşemê piştgirîya bi şert da rêwîtîya bê vîza ji hemwelatîyên Tirkîyê re.

Komîsyonê bal kişand ku Tirkîyê heta niha hemî 72 krîterên pêdivî cîh neanîne ku nav wan de pasaportên biyometrîk, rêzgirtina mafên mirovan jî hjeye.

Endama Komîsyona Ewrupî Margrethe Vestager ji ser hesaba xwe ya Twitterê got ”komîsyon pêşnîyara rakirina hewcedarîyên vîza jibo hemwelatîyên Tirkîyê” bi şerta ku “Enqere demûdest” krîterên ku Yekîtîya Ewrupa danabû pêş wê, bi cîh bîne.

Tirkîyê gefan li Yekîtîya Ewrupa kiribû ku heta dawîya Hezîranê derfeta rêwîtîya bê vîza nede hemwelatîyên wê, ewê peymana ser penaberan hilweşîne.

Wezîrê Derve yê Tirk Mevlut Çavusoglu îro gotibu ku divê Yekîtîya Ewrupa soza xwe bi cîh bîne.

XS
SM
MD
LG