Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ewrupa ji Amerîka Dixwaze ku Kompanîyên Wê yên li Îranê Ceza Neke


Alîyên Ewrupî yên rêketina navokî ya bi Îranê, di nameyekê de ji Amerîka re radigihînin ku ewê bi pêgirî peymana îmzakirî biparêzin.

Almanya, Fransa û Brîtanya di nameya 4’ê Hezîranê de daxwaz ji Amerîka dikin ku kompanîyên Ewrupî, ku niha li Îranê aktîf in, li dervayê çarçoveya toleyên Amerîkî yên dijî Îranê bihêle.

Her sê dewlet ji Amerîka xwest ku kompanîyên kui di warê dermançêkirinê, saxlemî, enerjî, otomotîv, esmangerîya sîvîl, binsazî û bankevanî de dixebitin, nebin armanca cezayên Amerîkî.

“Vekişîna Îranê ji peymana navokjî wê kêşeyên heyî li herêma kêşebar xirabtir bike û encamên malwêran bîne,” wezîrên derive û yên darayî, ligel dîplomatên payabilind yên Yekîtîya Ewrupî di nameya behskirî de got.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG