Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa ji Encama Hilbijartinên Mîdterm Dilgeş E


Cîgirê Serokê Komîsyona Yekîtîya Ewrupa (YE) Frans Timmermans ji Twitterê dîyar kir ku hilbijêrên Amerîkî bi rêka encamên hilbijartinên midterm, hêz da wan.

Timmermans derbarê serketina Demokratan ya di Civata Nûneran de da zanîn ku Amerîkîyan ‘’li şûna tires hêvî û dijî nijadperestîyê jî piştgirî’’ bijartine.

‘’Amerîkî bo nirxên xwe rabûn ser lingan. Emê jî wek wan bikin,’’ Timmermans nivîsî.

Serokê Amerîka Donald Trump, ji dema hatî hilbijartin heta niha YE’ê bi tundî rexne dike û dîyar dike ku Brîtanya bi derketina ji yekîtîyê biryareke rast daye.

Serokên Ewrupî, bi taybetî piştî gotinên Trump yên ser bacên nû yên gumruka YE’ê bertekên tund nîşan dabûn.

XS
SM
MD
LG