Piştî tundbûna serkutkirina xwepêşandanan li seranserê Îranê û raportên li dor hejmara bilind a qurbaniyan, pêleke şermezarkirina navneteweyî ji aliyê berpirsên payebilind ên Ewropî û kesayetên siyasî ve derket holê.
Karbidestên Ewropî hevsozîya xwe bi daxwazên gel ên ji bo azadîyê re nîşan da û li ser tundûtûjî û li dor sêdarekirinên berdewam ên Komara Îslamî hişyarî dan.
Serokwezîrê Swêdê Olof Christiernsson hemû cureyên tundûtûjiyê li dijî xwepêşanderên aştiyane şermezar kirin û raportên kuştinan wekî "tirsnak" bi nav kir.
Wî tekez kir ku Swêd di têkoşîna ji bo azadîyê de li kêleka gelê Îranê ye, û daxwaza berdana demûdest û bê şert û merc a hemû kesên ku bi neheqî hatine girtin kir.
Di heman demê de, seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola, di gotarekê de, xwesteka azadî û rûmetê wekî mafekî rewa ji nifşê nû yê Îranîyan re bi nav kir.
Seroka Parlamentoya Ewropayê, bal kişand ser pêwîstîya bicîhanîna daxwazên xwepêşanderan û tekez kir ku rejîma Îranê bi qutkirina ragihandinê nîşan daye ku ew çiqas ji gelê xwe ditirse.
Metsola her wiha got ku erka Ewropayê ye ku li dijî tepeserkirinê tevbigere û piştrast kir ku Îran dê di dawîyê de azad bibe.
Parlamentera Ewropayê Hannah Neumann jî tevgera hikûmeta Îranê şermezar kir û got ku rejîm xwepêşanderan wekî terorîst bi nav dike, di demekê de ku ew bi gulebarankirina wan û bi karanîna milîsên Îraqî ji bo tepeserkirina wan, kiryarên tundûtûjiyê dike.
Di heman demê de, wezîrê derve yê Îtalyayê Antonio Tajani nîgeraniya kûr a hikûmeta xwe li ser bûyerên dawî yên li Îranê anî ziman.
Wî bang li rayedarên Îranê kir ku mafên mirovan û azadîyên bingehîn ên xwepêşanderan garantî bikin û dev ji bikaranîna cezayê mirinê wekî amûrek tepeserkirinê berdin.
Tajani her wiha behsa hewldanên dîplomatîk ên Îtalya û hevkarên wê yên Ewropî kir, ji bo gihîştina çareseriyek ku rêz li daxwazên gelê Îranê bigire û ewlehîya welatîyên xwe misoger bike.