Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seroka Komîsyona Ewrûpî Von der Leyen Dê Roja Înê Serdana Kîevê Bike


Seroka Komîsyona Ewropî Ursula von der Leyen got ew dê roja Înê biçe Kîevê da ku "piştgiriya qahîm" ya Ewropayê bo Ukraynayê dîyar bike di şerê wê yê li dijî Rûsyayê.

Wê di serdana xwe ya Stockholmê de gote rojnamevanan : "Gelê Ukraynayê hêjayê hevgirtina me ye. Ji ber wê yekê ez dê sibê biçim Kîevê."
"Ez dixwazim bo gelê Ukraynayê û têkoşîna wan ya wêrek ya ji bo nirxên me yên hevpar peyamek pir xurt ya piştgiriyê bişînim."

YE di destpêka vê heftîyê da ragihandibû ku Von der Leyen dê "wê heftîyê" ligel serokê dîplomasiya Yekîtiya Ewropî Josep Borrell biçe Kîevê.

Ew herdu dê digel Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky hevdîtinê bikin, berî ku roja Şemiyê beşdarî çalakiya Stand Up For Ukraine bibin li Warsowê.

Serdana wan piştî seredana Îniya borî ya peyvdara Parlamentoya Ewropî, Roberta Metsola çêdibe ku ew seredana yekem bû bo Ukraynayê ji aliyê serokekî sazîyeka YE ji destpêka şerî êreve.

Hêjayê bîrxistinê ye ku serokwezîrên Çek, Polonya û Slovenya di 15ê Adarê da serdana Kîevê kiribûn ku ew yekem serdana serokên Yekîtiya Ewropî bû ji destpêka êrişa Rûsyayê ya 24ê Reşemê êreve.

XS
SM
MD
LG