Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keştîya 'Ever Given' ji Kenala Swês Derdikeve


Keştîya Ever Given li Qanala Suveyşê ya Misirê
Keştîya Ever Given li Qanala Suveyşê ya Misirê

Ever Gîven, yek ji mezintirîn keştîyên barhilgir yên cîhanê ye, îro Çarşemê ji hêla Revêbirîya Qanala Suveyşê (SCA) hate azad kirin û dest bi rêwîtiya xwe kir ku ji Qanala Suveyşê derkeve.

Ever Gîven, 106 roj bû ku li başûrê qanalê asê ma û di bazirganîya cîhanî de bû sedema pirsgirêkan, jiber ku SCA dest dabû ser wê.

Şahidekî ji ajansa Reutersê got ku Ever Given ji Gola Xirabê ya Mezin ber bi bakur diçû; cîhê ku du beşên kenalê ji hev vediqetîne û bi karmendê xwe yê Hindî re ji 29'ê Adarê vir ve, asê mabû.

Çavkanîyên kanalê ragihandin ku ewê du gemî jî ser îhtîmala alîkarîyê bi Ever Given re bikin û heya ku ji kenalê derkeve dê du kapîtan rêberîya wê bikin.

Kenala Swês yek ji rêyên avê yên herî qelebalixe li cîhanê ya ber bi Derya Sipî ve.

Li kenala Swêsê bi sedema derketina keştîya Ever Given ya ku nêzî bi 18.300 konteyniran de barkirî bû, merasîmeke hate dar xistin.

Ever Given di 23'ê Adarê de jiber bayê tund li başûrê kenala Swêsê asê mabû.

Sazîya Revêbirîya kenala Swêsê (SCA) bi biryara dadgehê dest da ser keştîya Ever Given û her wiha SCA ji xwedîyê keştîyê yê Japonî Shoei Kisen û bîmekarên wê tazmînat xwest.

Dûv re ew di bin biryara dadgehê de ji hêla Desthilata Kenala Swêsê (SCA) ve hat girtin dema ku rayedar terazî ji xwediyê japonî yê keştiyê Shoei Kisen û bîmekarên wê dixwest.

XS
SM
MD
LG