Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zilamê Amerîkî Dutschke Hate Desteser Kirin


Everett Dutschke
Everett Dutschke
Karbidestên Amerîkî bi fermî li dijî zilamekî ji eyaleta Mississippi doz vekirin ku bi şandina nameyên jahrîn tê tawanbar kirin.

Everett Dutschke yê 41 salî ji Serok Barack Obama, senatorê Komarî Roger Wicker û herwiha ji dadwerê eyaleta Mississippi Sadie Holland re name şandin ku tê de jahreke bi hêz hebû.

Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI) dibêje, Dutschke tê sucdar kirin, bi karanîna çekên bîyolojîk çend seet berî desteserkirina wî.

Li ber e, Dutschke roja Duşemê derkevê pêş dadgehê û îhtîmal heye ku ew bi dirêjîya jînê were zindan kirin.
XS
SM
MD
LG