Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Ewrupî jibo Danûstandinên Ser Berevanîyê li Parîsê Dicivin


Wezîrên berevanî yên Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya û Polona jibo danûstandinan li Parîsê kom dibin.

Ew wezîr wê ser xurtkirina berevanîya Ewrupa û tedbîrên jibo ewlekarîya Ukrayna danûstandinan bikin.

Civîna wezîrên Ewrupî di vê demê de ye ku Washington dibêje ewê derbarê pêşnîyarên ser agirbestê bi Moskowê re biaxife.

Wezîrê Berevanî yê Brîtanya John Healey îro Çarşemê got ku neteweyên Ewrupî êdî dilezînin.

Healey dîyar kir ku ew hevkarîya berevanîyê pêşve dibin û bi zêdekirina budçeya jibo berevanîyê peyaman dibin.

Wî got ku ewê dev ji berevanîya Ukrayna û nirxên hevbeş bernedn.

Fransa, Brîtanya li ser gavên nû yên Amerîka hewil didin ku piştgirîya Ewrupa ya jibo Kîevê zêde bikin.

Jêder: AFP, X

XS
SM
MD
LG