Lînkên eksesibilîtî

Yekêtiya Ewrupa: Divê Tirkiye Helwesta Xwe ji Danûstendinên Endametiyê Zelal Bike


Arşîv: Civînek berpirsên Tirkiyê û yên Yekêtiya Ewrupa.

Berpirsekê Yekêtiya Ewrupa ji Bruksel radigehîne ku, rêferandûma berî du heftiyan li Tirkiyê pêkhatî cihê "fikarên cidî"ye, herweha hevalbendiyê fikar derbarê demokratiyek standard ji Enqerê hene, berpirs dîsan dide zanîn ku ev girêdayî serokomar "Recep Tayyip Erdogan"e, da ku helwesta xwe zelal bikin û bidin zanîn kanê ew hêjî dixwazin bibin endam di "YE" de, yan na.

Valdis Dombrovskis Cîgirê Komisyona "YE" roja Çarşemê da zanîn ku zêdebarî girjiyên di navbera Tirkiyê û YE de, dîsan pêwîstî bi hevkariya derbarê pirsa penaber û koçberan heye.

Dombrovskis dibêje "di ser fikarên me yên cidî re" lê dîsan divê bi hevre kar bikîn.

Wek tê zanîn danûstendinên endametiya Tirkiyê di Yekêtiya Ewrupa de ev çendîn salin hatiye rawestandin, vê yekê gelek pirs peyda kirine ku kanê Erdogan xwestîye van danûstendinan rawestîne.

XS
SM
MD
LG