Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamentoya Ewrupa Parêzbendîya 3 Sîyasetvanên Katalan Ra Dike


Dîmeneke ji xwepêşandana li ber parlementoya Ewrupa ya bo piştvanîya sîyasetvanên Katalan (Arşîv)
Dîmeneke ji xwepêşandana li ber parlementoya Ewrupa ya bo piştvanîya sîyasetvanên Katalan (Arşîv)

Parlamentoya Ewrupa îro Sêşemê bi dengdaneke parêzbendîya serokê berê yê Herêma Katalonya ya Îspanya û 2 parlementerên din yên Katalan rakir.

Pispor dibêjin ku bi vê biryarê dibe ku 3 parlementer werin radestkirinê Îspanya û rûbirûyê tawanên serîrakirinê bimînin.

Carles Puigdemont û endamên berê yên kabîneyê Toni Comin û Clara Ponsati di sala 2019’an de di hilbijartinên Parlamana Ewrupa de bi ser ketibûn û parêzbendî bi dest xistibûn.

Ew plan dikin ku dijî biryara îro serî li dadgehê bixin.

Hikûmeta Îspanya pêşwazîya encama dengdana Parlamentoya Ewrupa kir, û got ku divê pirsgirêkên welat navxweyî werin çareser kirin.

Puigdemont û 2 parlementerên din piştî referanduma serxwebûnê ya 2017'an jibo herêma Katalonya revibûn.

Puigdemont û Comin li Belçîka û Ponsati jî li Skoçya li sirgûnê dijîn.

Welatîyên Katalan bi rêjeyeke pir bilind referanduma bo serxwebûna herema ku niha xweser e, erê kir.

Lê, hikûmeta Îspanya encama referandumê wek dij qanûnî dîyar kir.

Li Katalonyayê, di encama operasyonên polîsan da bi sedan kes birîndar bûn û bi sedan Katalan jî hatin girtin.

Ji bilî tawanên serîrakirinê, Puigdemont û Comin bi tawanbarîya xirab karanîna budceyên giştî jî rûbirû ne.



XS
SM
MD
LG