Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sînorên Yekîtîya Ewrupa Dibe ku bo Amerîka Girtî Bimînin


Dewletên Yekîtîya Ewrupa (YE) ji 1’ê Tîrmehê pê ve sînorên xwe bo welatên li derveyî yektîyê vedikin.

Medya Ewrupî ji jêderên YE’ê didin zanîn ku sînor dê ji 54 dewletan re venebin û di nav wan de Amerîka jî heye.

Rojnameya New York Times jî dîyar kiribû ku ewê sînorên YE’ê ji Amerîka re girtî bin.

Wê rojnameya dabû zanîn ku biryara YE’ê dê ‘’darbeyeke mezin be bo rûmeta Amerîka’’ û dîyar kiribû ku ew yekîtî bi vê biryarê têkoşîna Serok Donald Trump ya dijî vîrusa korona red dike.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li Amerîka ketiye canê pirtir ji 2,4 mîlyon kesan û pirtir ji 123,000 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG