Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Ewrupa Banga Berdana Demîrtaş Dike


Li Civata Giştî ya Parlmana Ewrupa ser mafên mirovan yên li Tirkîyê, rewişa Selahattîn Demîrtaş û girtîyên sîyasî yên din rûniştinek li dar ket.

Civatê biryar da ku Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li gor biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa demûdest were berdan.

Wê civatê ji berpirsên Tirkîyê xwest ku temamê tawanbarkirinên dijî Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag rake, hemî girtîyên HDP’yî berde û bike ku ew ji gefan dûr karibin mafên xwe yên dmeokratîk bikar bînin.

Herwiha wê civatê ji Komîteya Wezîran ya Konseya Ewrupa xwest ku di civîna 21’ê Adara 2021’an de redkirina Tirkîyê ya bo biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa ya ser berdana Demîrtaş binirxînin.

Demîrtaş di sala 2016'an de bi îdiayên ser ''avakirina rêxistinan bo tawanan'', ''endamtîya bo rêxistinên terorî'', ''endamtîya rêxistina terorî ya çekdar'', berê hatibû desteser kirin û dûre jî hatibû girtin.

XS
SM
MD
LG