Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa, Tirkîyê Ser Desteserkirina Doktoran Rexne dike


Du karbidestên payabilind yên Yekîtîya Ewrupa (YE) Federica Mogherini û Johannes Hahn, ser rewşa dawî ya darizandînên li Tirkîyê daxuyanîyeke hevpar dan.

Mogherini û Hahn, Tirkîye jiber desteserkirina endamên Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) rexne kirin.

Mogherini û Hahn ser berdan û jinûva girtina Serokê Rêvebirîya Tirkîyê yê Amnesty International Taner Kiliç jî dan zanîn ku derbarê bêalîbûna pergala dadgeha Tirkîyê bi wan re êdî fikar çêbûne.

TTB ser operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê gotibû ku ‘’Şer nexweşîyeke saxlemîya gel e’’

Piştî daxuyanîya karbidestên YE’ê ji 11 endamên TTB’ê yên girtî 3 hatin berdan.

XS
SM
MD
LG