Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamentoya Ewrupa Tirkîyê Ser Girtinên Jiber Rexnekirina Operasyona Efrînê Şermezar Dike


European Parliament
European Parliament

Parlamenterên Parlamentoya Ewrupa (PE) ,Tirkîye jiber girtina kesên operasyona Efrînê rexne dikin, şermezar kir.

Parlamenterên PE’ê, bi biryareke ku bi dengdana eşkere hat pejirandin dîyar kir ku li Tirkîyê qanûna terorê bi awayekî berfireh hatiye pênase kirin û divê ew bo cezakirina gel û medya neyê karanîn.

Parlamenteran da zanîn ku jiber ku operasyona Efrînê rexne kirine, li Tirkîyê rojnamevan, aktîvîst, doktor û gelek kesên din hatine girtin û jiber helwesta Tirkîyê ew şermezar kirin.

Parlamenteran bang li Tirkîyê kir ku Rewşa Awarte (OHAL) ya ji 2016’an vir ve dewam dike rake û wan dîyar kir ku hikûmeta Tirk vê rewşê bo zexta li ser rikeberîya rewa û aştîyane bikar tîne.

Parlamenteran bi bîr xist ku bi biryarnameyên OHAL’ê zêdetirê 160 sazîyên medyayê hatine girtin û zextên dijî rojnamevanan jî hat şermezar kirin.

XS
SM
MD
LG