Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konseya Ewrupa, Enqerê Ser Hewildanên Girtina HDP'ê Hişyar Dike


Konseya Ewrupa, ser hewildanên girtina Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Tirkîye hişyar kir.

Sekretera Giştî ya Konseya Ewrupa Marija Pejcinovic Buric ji medya Alman re dîyar kir ku ger HDP were girtine ewê ‘’rewişeke pir kêşebar’’ çêbe.

Buric da zanîn ku azadîya birêxistinbûn û kombûnê ya partîyên sîyasî di bin berevanîya Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) de ye.

Desthilata Tirkîyê, HDP’ê wek baska Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne û Serdozgerîya Komarî ya Enqerê jiber wê peywendîyê doza girtina wê partîyê dike.

Sekretera Giştî ya Konseya Ewrupa Buric dîyar kir ku rexnekirina tedbîr û rêbazên desthilatê bo girtina partîyeke nikare bibe sedem.

Buric bi bîr xist ku berê jî li Tirkîyê partîyên sîyasî hatine girtin, ew ketine rojeva ECHR û dîyar kir ku dadgeha Ewrupî ji 7 dozan di 6’an de dijî Enqerê biryar daye.

XS
SM
MD
LG