Yekîtîya Ewrupa (YE), Daîreya Îstixbarata Navxweyî ya Îranê, ku girêdayî Wezareta Îstixbaratê ya Îranê ye, xist lîsteya terorê.
YE’ê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku di kêlîya dawî de rê li ber hin êrîşên Îranê yên li axa Ewrupa hatine girtin û da zanîn ku Konseya Ewrupa jiber wan planan dijî wî welatî tole ragihandine.
Daîreya Ewlekarî û Îstixbaratê ya Holanda dabû zanîn ku hin nîşan raber dikin ku di hin kuştinên li Hollanda yên sala 2015 û 2017’an de tilîya Îranê heye.
Wezîrê Derve yê Holanda Stef Blog dîyar kir ku YE’ê ser pêşnîyaza welatê wî dijî Daîreya Îstixbarata Navxweyî ya Îranê û hin rêvebirên wê tole ragihandine û ew kes êdî nikarin serdana Ewrupa bikin.
Yekîtîya Ewrupa, Daîreya Îstixbarata Navxweyî ya Îranê Xist Lîsteya Terorê
