Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Yekîtîya Ewrupa Dê Ser Îranê Kom Bibin


Wezîrên Yekîtîya Ewrupa (YE) dê îro Duşemê ser peymana navokî ya bi Îranê re li Brukselê kom bibin.

Peymana navokî ya bi Îranê re, di sala 2015’an de ji alîyê Amerîka, Çîn, Rûsya, Brîtanya, Fransa, Almanya û YE’ê ve hatibû îmza kirin.

Jiber ku Amerîka par ji vê peymanê vekişîbû li ser peymanê metirsî çêbûbûn.

Amerîka, piştî ji peymanê vekişîyabû toleyên ku jiber peymanê sekinandibûn careke din xistibû merîyetê.

Tehranê di 8’ê Gulanê de ragihand ku ewê ji hin şertên peymanê vekişe.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dê îro serdana Brukselê bike û bi hevtayên xwe yên ji Almanya, Brîtanya û Fransa re ser Îranê biaxife.

XS
SM
MD
LG