Encamên hilbijartina Parlamantoya Ewrupa, ku li 28 dewletan li dar ket, eşkere dibin.
Li gor encamên nefermî di vê hilbijartinê de lîberalan, keskan û rastgirên tundrê dengên xwe zêde kirin.
Partîyên li navenda çep û li navenda rast li gor hilbijartinên berê dengên xwe kêm kirin.
Di parlamantoyê de, herî pir Tifaqa Demokrat û Lîberalan bo Ewrupa (ALDE) dengên xwe rakirin.
ALDE 41 kursîyên din sitandin û hejmara kursîyên xwe rakir 108’an. Wê komê bi 22 kursîyan herî zêde ji Fransa parlamanter derxistin.
Rastgirên tundrê jî herî zêde ji Fransa û Îtalya deng sitandin.
Parlamantoya Ewrupa: Lîberalan, Keskan û Rastgirên Tundrê Dengên Xwe Zêde Kirin
