Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa Seroktîya Lukashenko Napejirîne


Josep Borrell
Josep Borrell

Yekîtîya Ewrupa (YE) ragihand ku ew Aleksander Lukashenko wek serokê Belarûsê nepejirînin.

Lukashenko do Çarşemê bi merasîmeke demûdest sond xwaribû û bo dewra xwe ya 6’an dest bi kar kiribû.

Nûnerê Bilind yê Peywendîyên Derve û Sîyaseta Ewlekarîyê yê YE’ê Josep Borrell dîyar kir ku li gor wan hilbijartinên Belarûsê yên 9’ê Tebaxê ne ‘’adil û azad’’ bûn û da zanîn ku ew encamên wê qebûl nakin.

‘’Aleksander Lukashenko qaşo di 23’yê Îlonê de dest bi kar kiriye, lê bi rêkên demokratîk yên rêwa ti mafê wî tune ku ew dewreke din bidomîne.’’ Borrell got.

Borrel bi bîr xist ku ji hilbijartinên 9’ê Tebaxê vir ve li Belarûsê protesto li dar dikevin û dîyar kir ku Lukashenko bi helwesta xwe girjîya li wî welatî mezintir dike.

Wî da zanîn ku ew piştgirîya daxwazên demokratîk yên gelê Belarûsê dikin û dixwazin ku bi çavdêrîya sazîyên Ewrupî jinûve hilbijartineke ‘’adil û azad’’ li dar keve.

Lukashenko, ku li Belarûsê di 26 sal in desthilatê ye, dîyar kiribû ku ew di hilbijartinên 9’ê Tebaxê de jî bi ser ketiye, lê rikeberî û alîgirên wan encamên hilbijartinê nepejirandibûn û daketibûn qadan

XS
SM
MD
LG