Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa, Lukashenko Xist Lîsteya Toleyên Dijî Belarûsê


Yekîtîya Ewrupa (YE), Serokomarê Belarûsê Aleksander Lukashenko xist lîsteya toleyan.

Li gor daxuyanîya Kosneya YE’ê, Lukasehko, kurê wî Viktor Lukashehnko yê li Belarûsê şêwrimendê ewlekarîya neteweyî ye û 13 kesên din ketine lîsteya toleyên dijî wî welatî.

Konseya YE’ê dîyar kir ku ew biryara toleyan jiber wan fişarên li ser rikeberîyê yên piştî hilbijartinên meha Tebaxê hatine ragihandin.

Bi biryara dawî re, hejmara kesên li rêvebirîya Belarûsê yên YE’ê dijî wan tole ragihandine bû 59.

Ew toleyên YE’ê, bo wan kesên Belarûsî qedexeya rêwîtîyê çêdike û nahêle ku welatî û kompanîyên yekîtîyê bi wan re danûstandinên aborî pêk bînin.

YE dide zanîn ku Lukashenko di hilbijartinên serokomarîyê de sextekarî kirine û ew wî wek serokomarê rewa yê wî welatî nas nake.

XS
SM
MD
LG