Serokê dewletên Yekîtîya Ewrupa (YE) biryar dan ku toleyên dijî Rûsya 6 mehên din werin dirêj kirin.
Rêberên 28 dewletên YE’ê dan zanîn ku Rûsya li gor Peymana Minskê, ku bo Ukrayna aştî û agirbestê dixwaze, tevnagere.
Rûsya, piştî pevçûnên li rojhilata Ukrayna di sala 2014’an de ketibû Qirimê.
YE, Amerîka û jimareke dewletên din piştî dagirkirina Rûsya, dijî wî welatî tole ragihandibûn.
Yekîtîya Ewrupa Toleyên Dijî Rûsya 6 Mehên Din Dirêj Dike
