Ewrupa jibe zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona tedbîran jinûve berfireh dike.
Medya Fransa dide zanîn ku dibe ku li bajarên ku pêketinên nû yên vîrusa korona zêde ne, bi şev qedexeya derketina derve were ragihandin.
Li ber e ku Serokomarê Fransa Emmanuel Macron îro ser tedbîrên nû axaftinekê bike.
Enstîtuya Robert Koch (RKI) ya li Almaya pêketinên vîrusa korona dişopîne îro Çarşemê dîyar kir ku ji Nîsanê vir ve cara pêşî di 24 saetên dawî de pirtir ji 5000 pêketin hatine tespît kirin.
RKI da zanîn ku her çiqas jiber zêdebûna testan pirtir pêketin têne tespît kirin jî divê gel bi tedbîr tevbigere.
Serokwezîra Almanya Angela Merkel dê îro Çarşemê ser tedbîran bi serokên 16 eyaletan re li Berlîn ya paytext kom bibe. Rêvebirîya federal û eyalet hewil didin ku tedbîrên hevbeş ragihînin.
Hikûmeta Holanda jî jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona biryar da ku tedbîran berfireh bike.
Serokwezîrê Holanda Mark Rutte dîyar kir ku ji şeva Pêncşemê pê ve dê hemî bar, kafe û restoran werin girtin û ew qedexe dê du hefteyan bidomin.