Yekîtîya Ewrupa (YE) toleyên dijî Koreya Bakur, ku jiber çekên navokî hatibûn ragihandin, saleke din dirêj kir.
Konseya YE da zanîn ku toleyên dijî 57 kes û 9 sazîyên Koreya Bakur dê saleke din bidomin.
Ew toleyên YE yên ku qedexeya rêwîtîyê û cemidandina hebûna diravî çêdikin, jiber karên navokî û xebatên muşekên balîstîk yên Koreya Bakur hatibûn ragihandin.
Toleyên ku YE dijî Koreya Bakur ragihandine, toleyên herî tund yên wê yekîtîyê ne.
YE, cara pêşî di sala 2006’an de dijî YE tole ragihandibûn.
Neteweyên Yekbûyî (NY) jî dijî 80 kes û 75 sazîyên Koreya Bakur tole ragihandine.
Serokê Amerîka Donald Trump jî meha borî gotibû ku ewê toleyên dijî Koreya Bakur saleke din dirêj bikin.