Wezareta Derve ya Luksemburgê Jean Asselborn ragihand ku endamên Yekîtîya Ewrupa (YE) li hev kir ku statuya berbijarîya bidin Ukrayna.
Asselborn berî bi wezîrên din yên YE'ê re bicive, ji rojnamevanan re got ku welatên endam jibo ku statuyekê bidin Ukrayna hevbîr bûne.
"Em dixwazin ji Putin re nîşan bidin ku Ukrayna beşeke Ewrupa ye û emê nirxên wî welatî biparêzin," Asselborn ji Reutersê re got.
Komîsyona Ewrupa hefteya borî dabû zanîn ku ew peşnîyaz dikin ku Ukrayna statuya endama berbijar bistîne.
Rêberên Îtalya, Fransa û Almanya jî hefteya borî jibo nîşandana piştgirîyên xwe serdana Ukrayna kiribû.