Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civîna Parlamana Ewrupa ya li Fransa jiber Vîrusa Korona Betal Bû


Civata Giştî ya Parlamana Ewrupa ya dê hefteya pêş li Strasbourg ya Fransa li dar keta jiber vîrusa korona ya bi navê Covid-19 hat betalkirin.

Serokê Parlmana Ewrupa David Sassoli da zanîn ku civat dê li Bruksel ya Belçîka bicive.

‘’Jiber ku Covid-19 li Fransa belav bûye, min biryar da ku civîna li Strasbourg li Bruksel çêbe’’ Sassoli got.

Covid-19 li Fransa heta niha 7 kes kuştine û pêketên wê vîrusê 423 kes in.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

XS
SM
MD
LG