Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîsyona Ewrupa Bang li Hemwelatîyên YE'ê Dike ku Rêwîtîyê Nekin


Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen
Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen

Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen bang li hemwelatîyên Yekîtîya Ewrupa (YE) kir ku di navbera welatên yekîtîyê de rêwîtîyê nekin.

Ursula von der Leyen da zanîn ku kêmkirina pêketinên vîrusa korona yek ji berpirsîyên civakî yên 450 mîlyon hemwelatîyên YE’ê ne.

Wê dîyar kir ku divê hemwelatîyên YE’ê bi tenê di ‘’rewişên mecbûr’’ de li yekîtîyê rêwîtîyê bikin û wê qebûl kir ku wan di mehên havînê de hîn tedbîr zû sist kirine.

Komîsyona Ewrupa di mehên havînê de bo pêşxistina turîzmê bo hemwelatîyên YE’ê rêwîtîyên li yekîtîyê serbest kiribû.

Li jimareke dewletên Ewrupa ji îro pê ve hin sînordarkirin destpê dikin.

Parlamana Îspanya rewişa awarte ya li welêt 6 mehên din dirêj kir û rêvebirîyên herêmî jî dê karibin rêwîtîyan qedexe bikin.

Li Fransa, sînordarkirinên ser derketina derve îro Înê cara duyê destpê dikin ku bi qedexeyê nû heta ne mecbûr be hemwelatî dê nikaribin ji malên xwe pirtir ji 1 kîlometre dûr bikevin.

XS
SM
MD
LG