Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dewletên Ewrupî Dijî Îranê Hazirîya Toleyên Nû Dikin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Duşemê ragihand ku hin endamên Yekîtîya Ewrupa (YE) dixwazin dijî Îranê toleyên nû ragihînin.

Reutersê da zanîn ku di nav wan dewletan de Almanya, Fransa û Îspanya hene.

Ew dewletên Ewrupî dixwazin ku dijî 16 kes û sazîyên Îranî tole werin ragihandin.

Li gor wan dewletên Ewrupî, Îran bi zordestîyê protestoyên pêla dawî sînordar dike û tilîya wan kes û sazîyan di sînordarkirinê de heye.

Wezîrên derve yên YE’ê dê di 17’ê Cotmehê de kom bibin û ew dewlet dixwazin ku tole bêyî ku rê li ber werin girtin werin pejirandin.

Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock da zanîn ku Tehran bi sînordarkirina protestoyan nîşan dide ku ji perwerdeyê û ji hêza azadîyê ditirse.

Protestoyên dawî yên li Îranê di rojên borî de piştî jineke ciwan di desteserkirinê de canê xwe ji dest da destpê kirin û heta niha jî didomin.

XS
SM
MD
LG