Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeya Ewrupî Ser Girtina Demîrtaş û Erkdarkirina Qayuman Tirkîyê Rexne Dike


Komîteya Derve ya Parlamana Ewrupa di serdana pêşî ya sala 2020’an de çû Enqerê.

Şandeya Ewrupî bi karbidestên hikûmeta Tirk, nûnerên rikeberîyê, sîyasetvanên Kurd û rojnamevanan re kom bû.

Berpirsên Ewrupî di hevdîtinan de derbarê raserîya hiqûqê, azadîya medya û girtina nûnerên sazîyên sîvîl û sîyasetvanan axifîn.

Serokên komîteyê David McAllister û Sergey Lagodinsky doza dijî karsazê Tirk Osman Kavala bi bîr xistin û dîyar kirin ku divê Kavala jî Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş werin berdan.

Wan da zanîn ku kesên li Tirkîyê bêdelîl têne girtin û xwestin ku dadgehên Tirk bi awayekî serbixwe tevbigerin.

Rêberên komîteyê ser hevdîtina bi Şaredarê berê yê Mêrdînê Ahmet Turk, ku li şûna wî qayum hatibû erkdarkirin, peyivîn.

Lagodinsky dîyar kir ku qayumên hatine erkdarkirin bo wan fikaran çêdikin.

"Li welatên demokratîk, hemî bajarvanên hatine hilbijartin divê li ser karê xwe bin. Qayum ji demokrasîyê re nabin," Lagodinsky got.

Wî da zanîn ku ewê li hemî platforman, piştgirîya bo bajarvanên ji kar hatine dûrxistin bînin ziman.

XS
SM
MD
LG